DengE jibirbuyiyan, di vi beşE duwemin E romanE de ji tE vegotin. VebEjE romanE weki ava çemE dicleyE bE west u rawest her diherike, dibe dengE diroka nEzik u kevneşopiyEn ewçend qehim u kevnare yEn navçeyE u insanE wE serdemE. Qehreman u vebEjE romanE, BiroyE DirEj bi sebra Eyub PExember, serpEhati u serburiyEn jiyana xwe yek bi yek bEyi ku bEhna xwe teng bike ji xortEn dilovan En hawirdor re vedibEje. RiyEn jiyana Mir Bedirxan; dur, dirEj u dijwartir dibin. Pişti serhildana Mir u şerE mezin E Osmaniyan, Mir ji welatE Cizira Botan; bi tevi nas, xizm, jin, cariye, yawer, zarok, nevi u nEzEn xwe ji welEt tE nefikirin. PEşi Stembol u girava GiridE dibe warE wi, bi du re ji bajarE miqedes E islamiyetE Şam. Sirgun dibe qedera wi.
Berdewamiya Hawara DicleyE, bi mirin, qirin, hawar, sirgunbun, çike-çika şurEn şurbazan u dengE bilind E bEdengiya Estera Keldan, ku di dil u mEjiyE BiroyE DengbEj de her olan dide, didome u bi vE gotina ku Edi buye klasik ''We xwest, min ji got u ji iro pE ve Edi hun E bibEjin, pEşi ji kesEn ku li serpEhatiya min meraq dikirin, paşE ji ji der u dorEn xwe re. De niha qendilE bitefinin u Edi herin,'' bi dawi dibe.